Overblog Alle Blogs Top-Blogs Mode, Kunst & Design
Edit post Folge diesem Blog Administration + Create my blog
MENU

Werbung

Melayê Cizîrî -Dil ji min bir

kette111     

 

 

 

 

DIL JI MIN BIR

Şoxê û şengê zuhre rengê,
Dil ji min bir, dil ji min,
Awirên heybet pilingê,
Dil ji min bir dil ji min.

Wê şepalê miskî xalê,
Dêm dorrê gerden şepalê,
Cebheta biskan şemalê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalan nûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goşeye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herîrê,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Sor şîrînî nazenînî
Kuştim û nakit yeqînî,
Wê bi çengela evînî,
Dil ji min bir, dil ji min.

Fitil û taban da xuraban,
Ebleq û cohtê şebaban,
Dame ber pence û kulaban,
Dil ji min bir, dil ji min.

Xoş xeramê, ez xulamê,
Nazikê şîrîn kelamê,
Tutiya eyvan meqamê,
Dil ji min bir, dil ji min.
................
                        Melayê Cizîrî

Werbung
Zurück zu Home
Diesen Post teilen
Repost0
Um über die neuesten Artikel informiert zu werden, abonnieren: