Şîna Xalê min
Mihemed Elê Şêxê
&
Osmanê Şêx Xidir

Nivîs
Osmanê Şêx Xidir
Şîna Xalê min
Mihemed Elê Şêxê
Xalo tu xalê minî
Tu birayê dîya minî
Tu rih û canê minî
Tu pişt û baza minî
Tu Xelat û mizginî
Weke gula bi bînî
Eger bi xelkê teelî
Wella bi min şêrînî
Li Helincê heval bûn
Em herdû jî bê kar bûn
Em ji destên xizanê
Di nav gund de bê zar bûn
Paşê tu bûyî Moxtar
Te çênekir hal û mal
Te Mor dane Hokmatê
Te go: Nakim xebatê
Te mal anî Kobanê
Dîsa ji destê xizanê
Zend vemalan wekî mêr
Ket xebatê wekî şêr
Te çênekir mal û hal
Têr bûn nedî " Ya sittar "
Te mal bire Helebê
Zarî kirne " Mektebê "
Wan dixwendin bê " Kîtab "
Berî boş û bê " Hîsab "
Tu ketî bi êşa mezin
Îro senete bazin
Tu di pê xwe re metirse
Zarî gî bûne mezin
Ewê tevde xebatkin
Wê zarê xwe xelaktin
Her bijî xalê mezin
Tu him xal û bavê min
Ciger û hunera min
Tu ronîya Çavên min
Rehma xwedê li te bê
Bihişt bi para te bê
Rehma xwedê û pêxember
Li bav û pîrên me bê
-------------------------------------