Overblog Alle Blogs Top-Blogs Mode, Kunst & Design
Edit post Folge diesem Blog Administration + Create my blog
MENU

Werbung

Dilsoz - Zimanê me yê şêrîn

 

 



Zimanê me
Bernedin vî xweş zimanî ê ku em hîştin mirov
Ta bi peşkevin gavan,  em nemînin hirç û hov
Bo bibin qadê me tev gul, bo nem
înin req û şov
Ta bibin wek şûrê toj em, ne bimînin kêra kov
Ev zimanê bavê Kawa ê ku wî rakir Newroz
Ê ku danî rêka serbestîyê ji bo Kurdan û doz
Ê ku hîşt qata me ya bindest bibê rêzan û hoz
Keç û xort tevgêran bikin, herne hobûnê bi soz
Ew zimanê Kurdê pake ê ku wî doz berneda
Ê ku wî hîşt Kurd nemînin ta îro tevde geda
Tev bixwînin keç û xort ger rojek teng hat ser me da
Û bibêjin; kurd hene, em namirin tew ey xweda
Kurdino rind rind binêrin win li va tîpen şêrîn
Ê ku mêj ve ta îro hîştin û hîştin em bijîn
Ev zimana bo me Kurdan wekî derman bo birîn
Herne doza hebûnê win  tev bi dilgermî û evîn
Keç û xort tev dest bi hevdin win bi xortî û bi vîn
Bi fêrbûnê bibne zana, nemînin nezan û dîn
Xortê min tu rind bixwîne, keça min xweş binivsîn
Xweş vekin çavên xwe jê re, ne bi xilmaş û xewîn.


                                          Dilsoz , Heleb 1988
Werbung
Zurück zu Home
Diesen Post teilen
Repost0
Um über die neuesten Artikel informiert zu werden, abonnieren: