Cîhan : Dengbêja Kobanê ya yekem

Li nêv milletê Kurd li Kobanê pir Şerm û Fedî û Eyb bû ku Qîzik, Keç yan jî Jin, stranan bibêje û sêzbike , ne bes Keçan , eger xortekî li Tempûrê xista bi wî re digotin Dûman , lê dem pir birînan derman dike bi vî hawî pir sal liser Kobanê re derbasdibûn .
Di sala 1977 de , me serê xwe li dijî vê nexweşê hilda , Bavê me
mirovekî Sofî bû û Dîya me miroveke bi Ola Islamê û bi Pêxember Mihemed ji dilde bawerdikir û hemî xwestekê bawerîyê çi : Nemaz , Zekat , Rojî û Şehadet dianîn cih , erê Bavê me Sofî bû lê Sofîyekî pir Pêşketî û Welatparêz bû , di dema Zarokîya mede pir Helbest û stranên Kurmancî liber me digotin, wek Helbestên Melayê Cizîrî ,Qedrî can , Ehmedê Xanî û Cigerxwîn.
Cara yekemîn stranên (Xeco ya Şikakî û Sîyamend) û ( Memê alan û Zînê) me ji Bavê xwe yê Sofî bihîstin û bi dilxweşî guhdarî dikir û hodibûn .
Fatma Sewo 1928 -2007
Havîna Sala 1977 ji Helbestên Birayê me Dilsoz û Mamosta
Cigerxwîn min û xûşka xwe Cîhan çend stranên xweş amadekirin û Bandek
( Kassêtek) bi navê Dîyar Bekir çêkir û belavkir,
wek Strana ( rakin Das û Qalûçan), (Slav bo Şivan û Mihemed Şexo),
(Gandî û Nehro) ,(Xwe vemeşêre Keçê) û pir stranên din .

Hemû stranên me liser rêçek welatparêzî û Civakî bûn, ji xwestekin
me yên pêwîst ew bûn ku Navên Kurdî li Zarokên nûhatî
bikin û Keç û Jina Kurd ne bindestbin.
Ez û Xûşka xwe a dengxweş û şêrîn "Cîhan" û Birayê xwe ê Helbestvan "Dilsoz"...
piştî 31 Salan ji Amedekirina Kassêta Dîyar Bekir "AMED" pir serlbilindin.
Pir xwestekin me hatin cih û a niha li Bajarê Kobanê ne şerme û ne eybe
ku keçek an jî jinek sêz bike û Stranan bibêje û Navên kurdî li nêv
gellê Kobanê zor belavbûn û pir keç û xortên Kobanê li dijî Hemberan û Dijmnan
xwîn a xwe dan û Nemir bûn .....
Sed hezar temene û qurban jibo canê nemirên me ,
yek ji wana, xortê ciwan yê helincî
Izeddînê Misî Îsê
---------------------
