Mihemedé Mislim
Şehîdé yekem ji Helinca
Boz
Nivîs : Rézan, 21.03.2009
Sal 1932, Leşkeré Firensî diketin gundé Helincé bi sedema topkirina
xortén Gund ji bo Leşkeré (Millîsé), pirr ji xortén Helincé hatibûn
girtin
û sewqate Qişla Firensî li kobané kiribûn .
Xortekî Helincî welatparéz bi
navé Hemedé Mislim ne
dixwast ji bo Kolonyalîstén Firensî li
dijî Gelé xwe nûkeré û
réncberé bike , leşkerén Firensî li wî digerîyan û
dihatin
mala wî û ji Dîya wî dipirsîn , Dîya reben ji tirsa Millîsan
dilerizî û digote wan : ez nizanim kurré min
li kuye , lé leşkerén
bé Dil bi Çepelén wé éksigé digirtin û dibirin bin Dara
Mizgefta Gundé Helincé û bi benné Kéndiré lingén
wé girédidan û bi Dara Mizgefté de bi
dardixistin , wana baş dizanibû ku Namûs û Rûmet li ba
kurdan girane , bes bi vî hawî ew dikarin xelké
Helincé bigrin.
Gava ku Hemedé Mislim di nav qirşé li ber mala wî rewşa
Dîya xwe didît , nikaribû xwe ragirta û ti Çare nedît, ew ji nav qirş der
diket û xwe di da dest Millîsén Firensî yé bé
xîret û digote wan: Dîya min berdin ! va ez di dest
wede me , Millîsin bé şeref bi yaxa
Hemedé Mislim digirtin û benné kéndiré ji lingén Dîya wî vedikirin
û li dor isté wî digerandin û girédidan û li ber çavén Dîya wî, ew bi
Dara Mizgefté de bi dardixistin ta ku
can dida û dibû şehîdé yekem di Dîrok û tarîx û méjwa
Helincé de .
Dîya wî ya serbilind bi Zilxitan xatir ji Kurré xwe dixwest,
piştî ku xwînvexwarén Firensî ew
hezkirina
di hindir dilé wé de diqurçivandin.
Mihemdé Mislim yekî bi tené bû ji Bav û Dîya xwe
, bi kuştina Hemdé Mislim bi
destén
Koledar û zordarén Firensî
, wî navé xwe li ser enîya Helincé bi Zér
nivîsand û bû mûmek
ron li Şopa rézgarîya Kurd û Kurdistané .
------
Eger Xwîn û rûmet bi mera hebé, divé em
vé
bûyeré û dijminén gelé xwe ji bîr nekin û
réka şehîdén xwe û xwîna wan wenda nekin.
Herbijî Şehîdé welét Mihemedé Mislim û
herbijî Kanîya Şehîdan Helinca
qehreman
..............................