
Deng û Zimanê dem in
Torinên Zerdeşt û Kawa, mêrên rojhilat em in
Rimrima azadîya xweş, Şûr û mertalên dem in
Çi gernas û pehlewanên, kêşora Asya em in
Mêrxwasîya Rûstem in, wekhevîya Kîsra em in
Em xwedanê Medîya ne, xwedanê tacên kevin
Em mirovên cengebazin rojên teng tew narevin
Xwedanê çiya û deşt in, xwedanê av û çem in
Tîr û Ferat û Xabûr , herdû Zab tevde em in
Xweş Mehabad û Sanendej, Dêrsim û Wan em in
Kerkûk û Şengal û Hewlêr, Kobanî û Efrîn em in
Sert û Batman û Betlîs, Kurmancşah, Ilam, em in
Merîvan, Banê, Qamîşlo, Serdeşt û Mêrdîn em in
Milletê pêşmerg û nemir, xweş nijad û mêr em in
Ta niha ger hin ne nasin, Kurdên Kurdistan em in
Dijî sitemkar û dijmin, dijî xwînvexwar em in
Em miroven aştixwazin, dilsipî û pak em in
Rimrima azadiya xweş deng û zimanê dem in
Dilsoz , Heleb 1978
-------------------------------------------------