Bajarê Kobanê û (Kanîya Ereban)

Di Çerxa bîstan ya bûhrî de , di orta 1920 -1950 bajarê Kobanê zor biçûk bû, orta
Bajêr liber derê sînorê Kurdistana bakur (Türkê) bû , li rojavaî bajêr Kanîya Mirşidê bû,
û li rojhilatî bajêr Kanîya rojhilatî Kobanê bû..
Di salên hişk û biring û mehlê de li orta Sûrê ( Al-Badîyê ), kerîyên eşîrê Ereban û karwanên
wan ( Inizan , Şemeran û Begaran ) dihatin devera Kobanê ya bi xêr û bêr û ava pir li Mêrgê,
jibo çend mehên mehl , ew dibûne mêvanen kurdan . wana konên xwe vedigirtin ji bo pez
û lawerên xwe bidinav û biçêrînin ( bi destûra mîrén Kurdan Hirço û Bozanê Şahîn begê).
Jiber ku Kanîya rojhihatî Kobanê bênav bû , û dewar û pezên mêvanên Ereb li derdora
Kanîyê diçêrîn, xelkê Kobanê navê Kanîyê bi mêvanên Ereb de girêdan, ew bû Kanîya
Ereban , piştî bajarê Kobanê mezin bû û xwe gihand herdû kanîyan, Karbidestên Ereb navê
Kanîya Ereban li bajêr kirin, ew bû Ein-Alarab , lê xelkê kobanê ta roja îro (sal 2008)
navê bajêr bi navê Kobanê hildidin û navê Kanîya miçiqî ya rojhilatî bajêr, bi Kanîya Ereban.