أحنُّ إلى
خبز أمِّي وقهوة أمِّي ولمسة أمِّي
Çîya namirin
Dayê bi qurban , Çîya namirin
Keç û lawên te , ti car narevin
serbilindin em , bi te daya kurd
Qîz û kurên te , hemî ciwan û merd
Eger em nebin , ma wê kî bibe
qurban bo welat , divê her bibe
Ala mê çeleng , divê hil bibe
sosina şêrîn , divê şîn bibe
Li şûna zîndan , bikin Gulîstan
kulîlk û beybûn, nêrgiz û reyhan
dîsa bixwînin , bilbil li ser ban
kêfxweş bibin em , wek gelên cîhan
Pir dewlemende ew , welatê meye
tev zêr û zîve ew , ew axa meye
bi bilindî em , dengê xwe hildin
bijî Kurdistan , vane em kurdin
Rêzan ,Vienna , 15.08.1995