
Roja ku mirov ji welatê xwe bi dûr dikevê, pir xewnên
şekerî û şêrîn liber çavên wî ne, bibawerî ew ku bı jîanek xwestir bijê, lê mixabin pir xewn ne rastin û mirov pir û
pir dilikumê, pêçîyên wî pir li keviran dikevin, zor îhanet û kêmayê û ne rindê dadiqultîne , wê demê herrîya welêt tê bîra mirov, mal û malbat têne bîra mirov û hemû nexweşê li
welêt, bi mirov xweş dibin .

Dûri ji welêt kesek nizanê, tenê ye ku dûrketî , erê li
welatê din pir tişt ji tiştên welatê me çêtir , şêrîntir û xewşiktir in , ez an niha li bajarê Vienna me,
her kes dizanê Vienna çend şêrîn û pak e, bi gul û dar û ave , li herder gul û gobikan tu dibînî , li herder merc û keske,ava çemê Danûba hêşin di orta bajêr re dimeşê û diheriqê , bi rastî ti
gotinên xerab liser bajarê Vienna nikarim bibêjim, yeka tene ez dikarim bibêjim " Eger Bihişt
(Cennet) hebê,ew bajarê
Vienna ye".
Em werin ser Aşiqek din, ye ku bi helbestin xwe li ser dema bûhrî li welêt, digrî û digrî,
Deşt û zozanê dimin ?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin ?
Çaxekî dûr û dirêje
Ko ji wan dûr bûme ez
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û evxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nûciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro
Ten semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin ceng û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mitanê dimin
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzen bi lotik
Deng û xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgis didan hev
Ka gulîstane dimin ?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şivanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew blûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçe lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin
---------------------------------------------