Melayê Cizîrî صـباح الخـير ياخانـم
Tevger
17.08.2009
Durch Rezan
WERE BINAHIYA ÇAVAN
Were, bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî engê,
Sifet horiyê, perî rengê,
Bi rojêra tu hevdengê,
Du retozên siyah rengê,
Kiandin, lê ne wek caran,
Xedengê qewsê nûbaran,
Ji rengê îr û mukaran,
Wesand sîne weke baran,
Ji wê zerbê pir êanim,
Sabah ul-xeyrî ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan,
Li ser van mestned û palan,
Bixûne, lê me ebdelan,
Bibînin eyd û sersalan,
Icazet de me destûrî,
Perî rengê, sifet horî,
Ji nîva zulmet û nûrî,
Binûin mey di ferfûrî,
Ji dil talanê xalanim,
Sabah ul-xeyrî ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê.
Melayê cizîrî
Diesen Post teilen
Um über die neuesten Artikel informiert zu werden, abonnieren: