Saqî ti ji bo Xwedê kerem ke
Yek cure yê mey di camê Cemke
Da cam bi mey cihennema bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keyf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ger dê hebûya me ittîfaqek
Vêk ra bikira me inqîyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Talii bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwêbê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padîşahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ilacê
Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfîrazek
Sahibkeremek suxennewazek
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi sikkeyê ezîz in
Ger dê hebûya me padîşahek
Laiq bidiya Xwidê kulahek
Teeîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ecem li ser me rakir
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye Şair û feqîran
Herçî bire Sîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko Cihan wekî erûs e
Wê hukim di destê Şîrê rûs e
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kormanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Şîrî Şehrê Şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mêrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi remzê Ristem
Bi fikir ji ereb heta ve gurcan
Kormanc ye bûye Şubhê burcan
Ev rûm û ecem bi wan hisar in
Kormanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kormanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kormanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi Şîr û himmetê dad
Hindî ji xecaletê xeyûr in
Ew çend ji minnetê nefûr in
Lew pêk ve hemî e bêtifaq in
Daim bi temerrud û siqaq in
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidan kemalat
Ehmdê Xanî

Zîyareta (Gora) Mem & Zînê