Nifirr û Hévîdarî
Li her çar perçé Kurdistané gelé Kurd di Méjwe û Kultûra xwe de Nifirran li hev dikin , lé Nifirr ji ku hatine û ji bo çi téne gotin ?
Eger em li Nifirran kûr mézekin , pirrî wana bi Xwedé û bawerîyé de hatine girédan , di zarokîya me de digotin: Nifirrén Bav û Dîyan téne cîh , bi vî hawî mirov qedr û qîmeté didé gotinén Bav û Dîyan û gulle wan dike, ji ber tirsa Nifirrén wan û tirsa ji xwedé ; ez dibînim, ku ev tiştekî başe .
Li hember Nifirran gelé Kurd pirr gotinén xérxwazî jî ji bo hev dibéjin, Wek Nifirran hem xérxwazî jî bi tirs û héz û rindîya Xwedé de girédayîne, va li bin ez dixwazim çend Nifirr û Umîdî ( Hévîdarî ) yén li nav kurdan herdem téne gotin , binivîsînim:
1- Hévîdarî ” Xérxwazî ”
Péçé te li keviran ne kevin
Xwedé îşé te rast hilîné = Xwedé tev îşé te bé
Mala te ava bé -------------------Bersîv: Ya te jî
Çavé te ron bin ------------------Bersîv: Ronahîya çavé te bé
Xéreké jé bibînî -----------------Bersîv: Berxudar bî
Ez di ber qeda te kevim ---------Bersîv: Xwedé neké
Xérlîbé, xwedé ji tere bélîné ---Bersîv: Berxudar bî
Ez derdé te nebînim
Xwedé di ûmdîya - Bangîna - te weré
2- Nifirr
Ar bi cillé te kevé
Bi mirovî ku bi Cûzé dilîzé re té gotin, gavé her tiştî bi der didé.
Pergala te belabé ( Pergal: Jîyan û hebûn )
Bi mirovî xerab û yé ku pirr şaşîyan diké re té gotin
Argûné te vemré
Li nav gelé Kurd té gotin , ji ber ku Argûn Jîyana malé ye , gavé Argûn vemré , jîyana wé malé jî vedimré ; yanî hemî dimrin.
Tu bî tu bî, xéré bikî axbeté nebînî
Té gotin li ser mirovén bé bext û xayîn .
Aqilî kém , barî giran
Bi mirovî dîn û bodle û nezan re té gotin.
Tu bî tu bî , tu ber xwe nebînî
Pirr zore ; Gavé mirov li dawîya jîyané kor dibé, té gotin bi merî
derewîn û bé bext re.
Çûna te hebé , vegera te tinebé
Pir caran Dayîk bi zarokén xwe yén ne rind re dibéjé.
Qurşîna sibé li te kevé
Gunehkar tim dema berbanga sibé dihatin kuştin.
Kunnéra reş li bin çenké ( bin pîyan ) te weré
Kunnéra reş ( Nexweşîya Kévcalé - Seretan – ye) pirr bi éşîg û jane û bé çare ye.
Kevir û kuçik li te bibarin
Li devera Kurdistané pirr Vulkan hebûne û kevir li wir dibarîyan, loma
Té gotin.
Ti bi Kulla-şeve reşé herrî
Kula şeve-reşé (Nexweşîya Koléra ye), va Nifirra li mirové zexel û bé xér re té gotin.
Hinduré te reş bibé
Va Nifirra pirr bi zaroken ne rihet re té gotin.
Sancî bi te bigré
Gotina Sancî (Éşîga zirav û kûr di ber-zik de) ji ber rûvîa zéde dema ku diteqé mirov zû dimré ; ev Nifirra bi zarokan re té gotin.
Ti bi Golla Héşin herrî
Ev Nifirrek zor girane; Dayik bi zarokén xwe yén ne rihet re dibéjé.
Ti di ber destan kevî
Li dawîya jîyané bi tené û bé kes bimrî. Ev Niffira gelek girane, jé dijwartir nîne.
Mala te ne ava bé
Bi mirovî Xesîs û Miqris ( bexîl ) re té gotin.
şelfût véketo
Bi gumana min şelfût nexweşîyeke. ( Gurrî bûn )
Çavé te birjén
Té gotin dema mirovek şaşîyek mezin diké.
Ma çavé te di misté min kevin
Té gotin dema mirovek şaşîyek mezin diké.
Ocaxé te kor bé ( Tu ocaxî korî )
Bi mirovî xav û rijî (bé xér) re - yé ku ji tiştekî re nabé- té gotin.
Xwedé rihé te bistîné
Bi zarokén bé xér - yé ku pirr şaşîyan dikin - re té gotin.
Topa xwedé li tekevé
Bi zarokén bé xér û rezîl re té gotin.
Te bi Peran bikirrî , bi Keviran bikujî
Bi mirovî tenbel û sist û bé xér û riswa re té gotin
Imré te qut bé
Bi zarokén ne rihet û bé xér re té gotin
Koka we vemré
Bi malbata xér nexwaz re té gotin.
Tu tér Nan nexwî
Ev nifirra gelek kûr û mezine , té gotin gava Bav û Dîya yekî jî wî ne razî bin. Tér nan nexwarî ; jé riswa tir tine
Perçé mezin guhé te bé
Bi zarokén serserî û bé xér re té gotin
Yeka te ne bé dudo
Bi merî pîs û ne rind re té gotin.
Isté te bişké
Té gotin , bi mirové serserî û yé ku gulle Bav û Dîya xwe naké û bi a xwe diké.
Birûska xwedé li te kevé
Bi zarokén ku dîya xwe aciz û ne rihet dikin re té gotin.
Tu di erdî bé binî kevî ( tu di erdé kevî )
Bi mirovî Ehmaq û Qaf seqet re té gotin .
Tarşé te vemré ( Tarş : Lawer “ Dewar û Pez , çélek û Ga “ )
Té gotin bi merî nebalix û geweze re .
Tu bî tu bî , tu heft Kolavan çirmîş bikî
Va Nifirra Jin li mérî xwe yî serdest û zalim diké .
“ Her Kolavek 10 Salan çirmîş nabé “ .......
--------------------------------------------