
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla mine , Leyla welét
Wé dil li min kir ar û pét
Mizgîn li kurd roja me tét
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Sitér ji ezman hate xwar
Zer bûn li min bax û bihar
Rabin ji xwe ey xwendewar !
Tev mér û jin bibne şîyar .
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla mine…
Daser te taca Erdeşér
Navé te dinvîsim bi zér
Jin nû dibin wek şér û mér
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla keça Mît û Meda
Cané xwe da di ber me da
Bijîn heçî ko canfîda
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla delal û pir çeleng
Leyla ciwan û şox û şeng
Xwe daye kuştin wek pileng
Şére li nav kurd daye deng
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla çiraxa şevreşe
Wé rû li kurdan kir geşe
Kuştin bi me kurdan xweşe
Leyla jine
Leyla mine
Leyla mine…
Bi wé li kurd ron bûye şev
Jin bûne wek Leyla me tev
Îdî nema héjaye rev
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Divém li pey te bém ejî
Çibkim bi vé jîna rijî ?
Xwîné neréjî napijî
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Pir şerme ey xortén ciwan !
Keç béne kuştin pehlewan
Win jî temaşekin li wan
Rûmet çîye ey xwendewan ?
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla mine…
Érîş bikin rengé Ziya
Zû derkevin jorén çîya
Bigrin li ber dijmin rîya
Leyla kîye ?
Leyla jine
Leyla mine
Leyla bijî , sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min derbûn birîn
Leyla kîyé ?
Leyla jine
Leyla mine
Cigerxwîn, Dîwana Şefaq (6A)
