Sosin di nav mérgan geş bûn
Binefş li ber çeman xweş bûn
Nérgiz jî zérrîn û zer bûn
Silav şandin bo Kulîlké
Alalan seré xwe rakir
Dilé Génim Garis şadkir
Canemérgan rabû barkir
Silav şandin bo Kulîlké
Dihate xwar ji çavén wan
Héstirén germ bi éş û jan
Endeko û Wehweho - can
Silav şandin bo Kulîlké
Binérin çi dibé Beybûn?!
Bi istixwar û dernexûn
Birînén me dîsa derbûn
Silav şandin bo Kulîlké
Li ser hemî deşt û çîyan
Dihat box û bîna Golan
Ji bo me Serxwebûn Jîyan
Silav şandin bo Kulîlké
Nivîs: Xebatnas û Rézan 1983