Rojek wekî çîn û nivişt Ew hat kolan tev dil birişt Kawa rézané rast tûyî Bé-olé me Dehak te kuşt
Newroz tu tev çare û hoz Lewre divé bo gell pîroz Pir zor sipas Kawayé bav Kurd bûn enî bilind û poz
Newroz tu stérkek li jor Newroz xwînî rengé te sor Ey bavé Kawa , partîzan Kurd nagihén bé héz û zor
Newroz tu wek rojé hilat Şewqa xwe da gora jéhat Gora qumandaré bûné Serdaré me Kawa – xebat
Newroz û ar cejnén me ne Rindî û qencî ji me ne Herdem bi aştîyé bangdikin Lé ew ku bé şer em hene
Buhar ketî Newroz jî hat Kebanîya Kurd nan dipat Xortno ji xwe rabin hemû Perwer bibin ji bo welat Kawa tu naçî namirî Aşkerî tu nav-agirî Serdaré xort bo me tûyî Jéhat û pavpîr û serî