Silavek tev himbêzkirinek germ ji bo memosta û rêçenasê min Şivan Perwer ez bi rêdixim. Rêzan , Vienna 02.11.2009
Şivan Perwer
Şivan Perwer mit bürgerlichem Namen Ismail Aygün (* 23. Dezember 1955 im Dorf Sori bei Viranşehir/Şanlıurfa) ist ein kurdischer Sänger, der heute in Deutschland in Frankfurt am Main lebt. In seinen Liedern besingt er die Landschaft Kurdistans, historische Themen und Traditionen ebenso wie das Schicksal der Kurden in der Türkei, dem Irak, Syrien, Iran und Russland.
Perwer studierte Mathematik. Seine ersten künstlerischen Erfolge hatte er Anfang der 1970er Jahre. Diese Zeit war begleitet von der Bedrohung durch Organe des türkischen Staates und der Herrschaft des Militärs. In diese Zeit fallen seine ersten öffentlichen Konzerte, wo er bereits vor 30.000 Menschen sang. Obwohl es verboten war, sang er auf seinen Konzerten auf Kurdisch, weswegen er auch verhaftet wurde. Er versuchte vergebens, nach Schweden zu emigrieren. 1976 kam er nach Deutschland, wo er in Köln lebte und seine Frau Gülistan heiratete. Hier gab er auch Konzerte. In Deutschland wurde sein Sohn Serxwebûn geboren. 1983 beantragte er erneut Asyl in Schweden, da die deutschen Behörden seiner Frau keine Aufenthaltserlaubnis gaben.
Alben
Govenda Azadîxwazan (1975)
Hevalê Bar Giranim (1976)
Herne PêŞ(1977)
Ey Ferat (1978)
Kîne Em (1979)
Hay Dil (1980)
Gelê Min Rabe (1981)
Agirî (1982)
Bilbilo / Ferzê (1983)
Dotmam (1985)
Lê Dîlberê (1986)
Helebçe (1988)
Xewna Min / Qasimlo (1991)
ZembîlfiroŞ(1992)
Ya Star (1995)
Oy Kurdistan Welatemin Kurdistan (1996)
Nazê (1996)
Heviya Te (1999)
Roj û Heyv (2000)
Sarê (2001)
Helbestên bijartî yên 1 /Kirîvê (2002)
Helbestên bijartî yên 2/Klasîk (2003)
Helbesten Bijarti yên 3 (2004)
Min bêriya te kiriye (2004)
KÎME EZ? Kîme ez? Kurdê Kurdistan şoreş û volqan Tev dînamêtim Agir û pêtim. Sorim wek etûn, Agir giha qepsûn. Gava biteqim Dinya dihejî. Ev pêt û agir Dijmin dikujî. Kîme ez?
Ez im rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund, Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar. Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kuþtin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez?
Rojhilatê nêzîk, Rojhilatê navî, Ev bajar û gund, Ev bej û avî, Ket bin destê min, Pî da ser dijmin, Min bi ceng û þer Zanîn û huner Piþta wî þikand, Serî lê gerand! Ez bûm padîþah, Xurt û serbilind Ketin destê min ta sînorê Hind. Kîme ez?
Kîme ez? Kurdê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aþtîxwaz. Ez xweþ mirovim, Ne hirç û hovim! Lê çibkim bê þer Dijmin naçî der. Bav û kalê min Dijîn tev serbest, Naxwazim bijîm Ta ebed bindest. Kîme ez?
Divê ez derkevim Dijminê xwînxwar, Þahê efyûnkêþ, Jontirkê dijwar, Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe. Dilxweþ bixum ez, Rez û baxê xwe. Çekan hilgirim derkevim meydan, Rêcek nû çêkim ji boyî insan. Kîme ez? Ez im ê þikand leskerê Rêþar, Min bi xwîna xwe parastî ev war. Di sînga dijmin ez bûme kelem, Xwe dan siya min Turk û Ecem. Li ser serê min Sinbil û kulah, Serê hespê min Digirt padîþah! Ez im ew gernas, Ew Selahidîn Bi pirs ji dimyat, Bi pirs ji Hetîn, Kîme ez?
Ez im Erdeþîr, Ew Noþîrewan, Kesrayê mezin. Bê tac û eywan, Dostê kevnare Ku bûne dijmin, Ser di tewandin, Ber agirê min. Ez im ew qelaþ xurt û pehlewan, Xerac min distand ji Hind û Yewnan! Kîme ez?
Ez im ew gernas, ez im ew mêrxas, Belê ez im Kurd Îro ez mame Bindest û zigurd! Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn, Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn!.. Xistin laþê min mîkrobên teres, Ta bûm perîþan, bê nav û nekes. Kîme ez?
Ez im ew Kurdê serhiþk û hesin, Îro jî dijmin ji min ditirsin!... Bîna barûdê Kete pozê min. Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya, Kîme ez? Kawey hesinkar bav û kalê min, Perçiqand serê zehakê dijmin. Ji gerdena Kurd Wî þikand zencîr, Serê me parast, Ji birîn û þûr! Roja hat kuþtin xwînmijê dilsoz, Goya dibêjin:-Ew roje nûroz... Zivistan diçî, Ew rojên ne xweþ Parêz dibî Kurd, Ji dêwê zergeþ. Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan, Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan! Kîme ez? Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz, Divê bistênim, Wilo nemênim, Bigrim tol û doz Fermandar bim ez, Li ser Kurdistan, Bo min bimênin Ev bax û bustan. Ev þax û ev dest, Rez û þînahî Bigrim destê xwe, Dilxweþ û þahî. Zana û xwenda, Dezgevanên xurt Vî warî bigrin, Bikin ronahî, Kîme ez?
Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnar, Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Ez im ew Lolo, Kardox û Kudî, Ez im Mad û Goþ, Horî û Gudî. Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Ez im, ez Kurd im li jêr û li jor. Çend hezar salin Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Kîme ez?
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac, Bûne olperest, Bi tizbî û xiþt. Ta dijmin þikand Li me ser û piþt. Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîþan Ket e bin destan! Kîme ez?
Ez im ew milet, ez im ejderha, Ji xewa dîlî þiyar bûm niha. Dixwazim wek mêr Dixwazim wek þêr Serê xwe hildim, Çi ser bilindim. Bi cîhan carek Ez bidim zanîn, Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem. Bejin bilindim, Wek dêw bilindim. Ez dest dirêjim, Serbest dibêjim. Dixwazim bi lez Gavan bavêjim!.. Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haþtî xwaz im ez, Serdarê meye gernas û nebez. Em þer naxwazin, Divên wekhevî, Em paþ ve naçin, Dijmin direvî!.. Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîme ez?