Overblog
Edit post Folge diesem Blog Administration + Create my blog
17. August 2009 1 17 /08 /August /2009 17:42


WERE BINAHIYA ÇAVAN

Melaye-Ciziri-Sabah--Kopie.jpg
Were, bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,

Zerîfê nazikî ‏engê,
Sifet horiyê, perî rengê,

Bi rojêra tu hevdengê,
Du re‏tozên siyah rengê,

Ki‏andin, lê ne wek caran,
Xedengê qewsê nûbaran,

Ji rengê ‏îr û mukaran,
Wesand sîne weke baran,

Ji wê zerbê pir ê‏anim,
Sabah ul-xeyrî ya xanim,

Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,

Veke carek xet û xalan,
Li ser van mestned û palan,

Bixûne, lê me ebdelan,
Bibînin eyd û sersalan,

Icazet de me destûrî,
Perî rengê, sifet horî,

Ji nîva zulmet û nûrî,
Binû‏in mey di ferfûrî,

Ji dil talanê xalanim,
Sabah ul-xeyrî ya xanim,

Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê.


                                                 Melayê  ci‎zîrî
Diesen Post teilen
Repost0
Rézan Rezan - in Tevger