Bi Pênûska Seyda Cigerxwîn
Komara Mehabad
Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqijî
Xwîn rijandin pir kurênte wa li her alî rijî
Milletê Kurd ta ku saxe ew ji vê rê nagerî
Aferî aferî Qadî Mihemed aferî
Ev ne şerme têne kuştin em di rêça pêşketin
Da "Tirûman" zanibî em xweş nijad û millet in
De bikin em tim biwîre dijminahî, berberî
Aferî aferî Qadî Mihemed aferî
Qembera zerra atomî zereyek nabin ji dil
Serxwe najî milletê kurd ta ku ev zencîr li mil
Kes bi lavlav û bi dîlek vî berî nabin serî
Aferî aferî Qadî Mihemed aferî
Ey "Tirûman" kuştina Qadî Mihemed ka çîye
Qey edalet tim wisaye, hukmê dêmokratî ye
Lê bi kuştin û bi zîndan milletê kurd namirî
Aferî aferî Qadî Mihemed aferî
Ji Dîwana 2 ,1954 Rezan .31.03.2010