Mamosta yé mezin Yilmaz Güney 47 salîn bû ji cîhané barkir. Lé Yilmaz jîyana xwe ya kurt dîyarî xebat û lebaté kiribû , Yilmaz wek pir endamén Gelé xwe yé Kurd bi tunebûn , belengazî û dijwarî derbasdikir , ji jîyana xwe ya 47 salîn , 12 salan di zîndané de bû ( zîndanén rijîma leşkerî ya Tirkan).
Ji Filmém Yilmaz Güney:
- Sürü ( Kerî )
- Yol ( Rék ) - “ Xilata Goldene Palme wergirt ”
- Düşman ( Dijmin )
- Arkadaş ( Heval )
- Dîwar
- Seyit Han ( Seyit Xan )
Yilmaz di 9 Îloné 1984an li nexwesxané li Parîsé seré xwe danî û barkir.
Li ser mirina Yilmaz Güney , Cigerxwîn wanî dibéje:
“ Mirina dosté min é héja Yilmaz Güney dilé min perçe kir. Ez pir
xemgîn im, dilbikul im.
Yilmaz stérkeke geş bû di esmané milleté kurd de. Pir zû xuricî. Bi
mirina wî dîwarek mezin é seqafeta kurdî hilweşîya.
Feleka bébext dest neda ku ew merema xwe bibe serî, Filmén nû
çéke, doza Kurdistané bi cîhané bide nasîn. Em çi bikin ? Hévîdar
im ko ewé stérkeke din, stérkén din di esmané me ye reşé tarî de
peyda bibin, dewsa wî bigrin.
Mirin li péşiya me hemîya ye, jé re çare nîne. Tu kes nikare xwe jé
xelas bike. Lé gava ew wilo béwext bi carek té , hé xedartir e. “