Bi Pênûska Seyda Cigerxwîn
Perçekirina
Risteke Cizîrî
Min dî di bircê dilberek
Padişeh û mîr û gerek
Min go: were nik min serek
Dilber şikînand şekerek
Fe qultû : ya rûhî ! meta ?
Pişta xwe da min, rû li hêt
Gur bûn di dilde : ar û pêt
Min go: bibêje, kengî têt ?
Go: min heta xatir vebêt
Min go: çikim ez ba-heta ?
Biskan tu bes çîn-çîn bike
Miskîn muqabil dîn bike
Seyda tu bes xemgîn bike
Pêşkêşî yek biskên xwe ke
Milkê "xeten" textê "xeta"
Dil bende dava zulfekî
Kevtî kemenda ulfekî
Kuştî bi tîr û şilfekî
Xanim were da dil fekî
Xew nîne gav û sa-eta
Keşan li dil sed dax û key
Qêrîn û hawar, deng û dey
Têtin ji min wek na û ney
" Hel fî yedilmefûtnî şey " ?
Ew keyfe esnee ya feta" ?
Zulfên " pet " û serî le ban
Jehrîne " şibhet eqreban "
Reşkakin " şibhe " şeban
Le bisk bi zulfan ra teba
Eriş birin xal û xeta
Şêrîn lebê , gotin dirê
Key-Xusrewê dêm gewherê
Zulfên sîyah xistim ji rê
Lê min ji biskên pir girê
Îro tenê girtin du ta
" Nisbet " perî, zîbaye ew
Wek nergiza yek taye ew
Padîşeha xortaye ew
Ya dil ji min sohtaye ew
Xwezka di nêv desta keta
Ew nazika birca " hemel "
Derket ji bircê dil di gel
" Keeneha necmun efel "
" Ya men yera xulli fe-hel "
" Yeşbeh bi şeyin qameta " ?
Mej bexçeya yar " Zeyinî "
Bê tirs û pirs sêvek çinî
Min dest bire sêvê, kenî
Wê gote min: ho ezbenî !
Xwezka xwedî te derketa
Yar xweş bi lar û lence bû
zulf sinbil û leb xunce bû
Min dil tijî eşkence bû
Herçî ku bû , ew qence bû
Jehr bû bi min wek şerbeta
Baxê bihiştê , rû xeten
Pê xweş dibin min: can û ten
Lew dil dixwazî jê ketin
" Webîma ceneytû cînyeten"
" Elqet eleyye cînayeta "
Seyda û xweş hosta Mela
Cama di dest mesta, Mela
Paşaye hev-rista , Mela
Ev rengê rist besta , Mela
Wek dicle û Zab û Şeta
Min dil ji derdan bûye mişt
Têre dibazin tîr û xişt
Seyda Ciger-xwîn bû , te kuşt
Çibkin ji mizgevt û kenişt
Ko em bixwênin van Xeta